Ho Amed

HO AMED çi hawar e, çi qêrîn e, çi nalîn e?! çi kuştin e, çi şewat e, çi birîn e?! li me kurdan çi ferman e, gelo kî ne?!

إضافة رد
 
أدوات الموضوع إبحث في الموضوع انواع عرض الموضوع
قديم 01-05-2016, 12:44 AM   المشاركة رقم: 1
المعلومات
الكاتب:
faysel yakoub
اللقب:
كردي مبدع
الرتبة:
الصورة الرمزية
 
الصورة الرمزية faysel yakoub

البيانات
التسجيل: Aug 2012
العضوية: 3088
المشاركات: 1,656 [+]
بمعدل : 0.79 يوميا
اخر زياره : [+]
الاقامه : حيث تكونين
معدل التقييم:
نقاط التقييم: 10
 


التوقيت

الإتصالات
الحالة:
faysel yakoub غير متواجد حالياً
وسائل الإتصال:

المنتدى : Helbestên Kurdî
Ho Amed

HO AMED

çi hawar e, çi qêrîn e, çi nalîn e?!
çi kuştin e, çi şewat e, çi birîn e?!
li me kurdan çi ferman e, gelo kî ne?!
gornepaş e, mirovxwir e, tiyê xwîn e.
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Belê kurdo ez bi gorî ceng û şer e
Tekoşîna serxwebûnê me da ser e
Berxwedana mafê jînê li himber e
Daxwaz ev e, serî hilde, tekoşîn e
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

çi gaziya li pey gurê devbixwîn e?!
Bi zûrezûr birçiyê laş tiyê xwîn e
Partiyên me j’hev bela ne deh bendî ne
Erdoganê, viroker e, destbixwîn e.
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Conta faşist ew li welat talan û zor
Zarok û jin serjêkirin qêrîn û bor
Kuştin, girtin, lêdan, setem zindane gor
Giriftarin, ne pêxwas in, em ne serşor
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Hêvî û lav bendewar im, xort û keçan
Dest bidin hev bi yekîtî wekî mêran
Serbilind bi azadî li Kurdistan
Setem êdî hilînin em wekî şêran
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Birakujî û paşmêrî kolîtî ye
Kêsbazî û pergîriyê bêberî ye
Dilnexwazê gelê Kurdan du bendî ye
Paşgotin û berberî bed bê vacî ye
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Gazî dikim xort û keçan serxwebûn e
Daxwaza me yekîtî û pêşveçûn e
Li ser rêça azadiyê şiyar bûne
Bi serkewtin me rêgirtî qelen xûn e .
Talan kirin, wêran kirin, Amed xwîn e.

Dilawerê Zengî












عرض البوم صور faysel yakoub   رد مع اقتباس
إضافة رد

مواقع النشر (المفضلة)

الكلمات الدلالية (Tags)
amed

أدوات الموضوع إبحث في الموضوع
إبحث في الموضوع:

البحث المتقدم
انواع عرض الموضوع

تعليمات المشاركة
لا تستطيع إضافة مواضيع جديدة
لا تستطيع الرد على المواضيع
لا تستطيع إرفاق ملفات
لا تستطيع تعديل مشاركاتك

BB code is متاحة
كود [IMG] متاحة
كود HTML معطلة

الانتقال السريع




الساعة الآن 08:34 PM.



Loading...