Çima Cejna dayikan li Sûriyê di Newrozê de tê pîrozkirin?
Di sala 1914 de, serokê Emrîka Woodrow Wilson biryar da ku roja Yekşema duyemîn a Gulanê her sal bibe cejnek neteweyî ji bo pîrozkirina Roja Dayikan. Piştra ev hizir li welatên cîhanê belav bo û hinek ji wan welatan dest bi pîrozkirina roja dayîkan kirin û hinek welatên Rojhilata Navîn ji wan Sûriyê jî di meha Gulanê de Cejna dayîkan pîroz kirin. Lê di sala 1986’an de dema gelê Kurd Newroz li Şamê pîroz kirin, gelê Kurd ji aliyê desthilatdarên dewleta Sûriyê ve hatin astengkirin û ev yek bo sedema xwepêşandanên berfireh ji aliyê Kurdên Şamê ve, lewma desthilatdarên Sûriyê xwepêşanderan gulebaran kirin û yek ji Kurdan di encamê de şehîd bo. Sulêman Adê. Piştî wê jî rejîma Baas a Sûriyê biryar da go roja 21ê Adarê, yanî Cejna Newrozê bibe cejn, ji ber go piraniya gelê Kurd di Newrozê de nediçon khar , û pîrozkirina Newrozê dikirin, Hosa roja Cejna dayîkan di heman roja Newrozê de hat danîn ji aliyê dewlet a Sûriyê va, ji bo du armancan, yek ji bo go Kurdan bi fikra Newrozê tevlihev bikin, ya duyem jî heta go ji destê wan tê ji pirsgirêkên gelê Kurd re dernekevin.