– Kanadayê bikaranîna
vaksîna li dijî vîrusa Coronayê (Covid-19) ya ji aliyê herdu kompanyên
BioNTech a Alamanî û Pfizer a Amerîkî ve hatiye çêkirin erê kir. Wezareta Tendirustiya
Kanadayê li ser malpera xwe ye fermî di daxuyaniyekê de ragihand ku bikaranîna
vaksîna li dijî vîrusa Covid-19ê ji aliyê kompanyên
BioNTech û
Pfizerê ve hatiye çêkirin
pesend kir.
Wezareta Tendirustiya
Kanadayê diyar kir ku di qonaxa destpêkê de vê mehê 249 doz û heta Adara 2021ê jî bi giştî 4 milyon doz werbigirin.
Kanada piştî Brîtanyayê duyem welat e ku bikaranîna vaksînê bi giştî erê kiriye.
Brîtanya yekem welat e ku rê li ber bi vaksînkirinê vekirî ye û li wî welatî bikaranîna
vaksîna Pfîzer/BioNTechê hate destpêkirin. Vaksînkirin pêşî li kesên di koma rîskê de ye tê kirin.
Li Brîtanyayê vaksînkirina yekem li ser jineke bi navê Margaret Keenan a 90 salî ku bi Coronayê ketiye hatiye kirin.
Kompanya Amerîkî Pfizer û ya Almanî
BioNTech bi hev re
vaksîna li dijî Coronayê çekiribûn diyar kiribûn ku ji sedi 95 bi bandor e