Li gor ragihandina ajansa Anhayê ku
Serçeteyê DAIŞ’ê ku berpirsiyarê komkujiya 27ê Tîrmeha 2016’an a li Qamişlo ye, li Dêrezorê bi operasyoneke taybet ya Yekîneyên Antî-Teror (YAT)
hate kuştin.navê wî Hisên Ayîd El-Bilêbil Ebû El-Welîd di sala 2016’an de komkujiya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo pîlan kiribû.
Li gorî agahiyên ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê, ev serçete piştî ku demek dirêj
hate şopandin, li Dêrezorê di operasyoneke taybet de
hate kuştin.
Dema ku Şedadê jî ji aliyê QSD’ê ve
hate rizgarkirin weke serçete çû Reqayê û li wê derê çalakiyên bombeyî yên li dijî sivîlan pîlan dikir.
Hate zanîn ku piştî rizgarkirina Reqqa Welîd derbasî Dêrezorê bû û li vir jî di pîlankirina gelek êrîşên çeteyan de cih girt. Yekîneyên Anî-Teror (YAT) demek beriya niha cihê wî yê li bajaroka Bûseyra ya Dêrezorê tespît kiribû. Di encama şopandina bi mehan de di 10’ê cotmeha 2017’an de operasyoneke teybet
hate lidarxistin û El-Welîd
hate kuştin.
Di 27’ê tîrmeha 2016’an li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî teqîneke dijwar rû da. Di encam de du avahî bi temamî bi ser welatiyan de hatin xwar û 58 welatiyên sivîl şehîd bûn, her wiha 177 kes jî birîndar bûn.