العودة   منتديات ديار بكر - Diyarbakır > Beşê Kurdî > Nuçên kurdî

EFRÎN - Çekdaran du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin

Çekdarên grûpa Hemzat li herêma Efrînê du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Hemzat, roja 3yê vê mehê, bi ser

إضافة رد
 
أدوات الموضوع إبحث في الموضوع انواع عرض الموضوع
قديم 01-07-2021, 12:05 PM   رقم المشاركة : [1]
Evîndara Amedê
الصورة الرمزية Evîndara Amedê
صاحبة المنتدى
 

Evîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to beholdEvîndara Amedê is a splendid one to behold

1 (4) EFRÎN - Çekdaran du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin

EFRÎN Çekdaran malbatên Kurd zarokan 556726Image1.jpg?mod


Çekdarên grûpa Hemzat li herêma Efrînê du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin. Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên Hemzat, roja 3yê vê mehê, bi ser mala welatiyê Kurd Ronî Xelîl Dawûd de girtine li gundê Keferdelê Jêrîn û endamên malbatê girtine.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan çekdaran Ronî Xelîl ligel hevjîna wî û 2 zarokên wî girtine û ji bo baregeheke emnî li nav bajarê Efrînê birine.
Çekdarên heman grûpê berî niha avêtibûn ser mala welatiyê Kurd Ednan Mistefa Cimo, ku xelkê gundê Keferşîlê ye, û li taxa Mehmûdiyê niştecî ye.
Çekdaran Ednan Mistefa Cimo, 50 salî, hevjîna wî Fatîme Mehmûd, 50 salî, herdu zarokên wî Rizgar Ednan Cimo, 25 salî, û zaroka bi navê Elya Edanan Cimo, 13 salî, girtibûn û ji bo cihekî nediyar biribûn.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê berfireh a ku nêzikî 2 mehan berdewan kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Enqere piştevaniya wan dike.
Ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.








Evîndara Amedê غير متواجد حالياً   رد مع اقتباس
قديم 01-07-2021, 01:05 PM   رقم المشاركة : [2]
فيولا
الصورة الرمزية فيولا
مشرف وحي الحروف ونبضات الاقلام
 

فيولا is on a distinguished road

رد: EFRÎN - Çekdaran du malbatên Kurd bi jin û zarokan ve girtin

Van kirinên nemirovane ne
Ez xemgîn im ji ber tiştê ku tê serê birayên meyên Kurd



فيولا غير متواجد حالياً   رد مع اقتباس
إضافة رد

مواقع النشر (المفضلة)

الكلمات الدلالية (Tags)
Çekdaran, efrÎn, girtin, jin, kurd, malbatên, zarokan

أدوات الموضوع إبحث في الموضوع
إبحث في الموضوع:

البحث المتقدم
انواع عرض الموضوع

تعليمات المشاركة
لا تستطيع إضافة مواضيع جديدة
لا تستطيع الرد على المواضيع
لا تستطيع إرفاق ملفات
لا تستطيع تعديل مشاركاتك

BB code is متاحة
كود [IMG] متاحة
كود HTML معطلة

الانتقال السريع


الساعة الآن 12:07 AM.