- Li parêzgeha
Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê,
Xelkê gundên bajarokê Pilemûriye bo parastina pezkoviyên navçeya xwe û nehêlin nêçîra wan bê kirin zêrevaniyê dikin. Li sînorê bajarokê Pilemûriye ya
Dêrsimê çend hefte ye diyardeya nêçîra
pezkoviyan serî hildaye ku bi fermi nêçîra wan qedexe ye.
Xelkê wê navçeyê zêdeyî 10 roj e zêrevaniyê dikin daku nehêlin pezkovî ji aliyê nêçîrvanên neyasayî ve bên kuştin.
Çend hefteyên borî li parêzgeha
Dêrsimê 6 kes bi tohmeta nêçîra
pezkoviyan hatoin desteserkirin. Her yek ji wan bi 167 hezar û 42 lîreyan hatin cezakirin. Dêrsimî ku piraniya wan Kurdên Elewî ne, dijî nêçîra pez koviyan in ku bi baweriya wan ajeleke pîroz e.
Destpêka vê mehê aliyên peywendîdar “mohleta demkî” dabûn karsazekî Amerîkî bo nêçîrkirina pezkoviyekê û ev yek jî bûbû sedema nerazîbûnan. Serokê Şaredariya
Dêrsimê û bajarokên wê parêzgehê kom bûn û nerazîbûna xwe li himber biryarê pêşan dan.
Li aliyê din Rêveberiya Şaxa
Dêrsimê ya Parka Niştimanî û Parastina Xwezayê meha Temûza îsal bo nêçîrkirina 17
pezkoviyan îhaleyek ragihand. Lê ji ber karvedana raya giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, biryar hilweşand.