Smiley face
Smiley face
Smiley face

العودة   منتديات ديار بكر - Diyarbakır > Beşê Kurdî > Helbestên Kurdî

EY FELEK

EY FELEK Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê dimin ? Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê dimin ? çîçek û nêrgiz

إضافة رد
 
أدوات الموضوع إبحث في الموضوع انواع عرض الموضوع
قديم 05-26-2015, 09:06 PM   رقم المشاركة : [1]
faysel yakoub
الصورة الرمزية faysel yakoub
كردي مبدع
 

faysel yakoub is on a distinguished road

EY FELEK

EY FELEK

Ey felek, ka ew sera û
Birc û qûnaxê dimin ?
Ka rez û bostan û dar û
Kanî ew baxê dimin ?
çîçek û nêrgiz herishtin
Tev ji bîna sor - gulan
Surperî nayên semayê
Kanî qozaxê dimin ?
Qeb-qeb û dengê kewan
Nayên li ser lat û çiyan
Kûre - kûre rengê bûman
Nalêya zaxê dimin
Ser bi zêr û çox bi surme
Dest li ber, rû nale - nal
Dê bi kê xwesh bin di dilde
Ev key û daxê dimin ?
Bilbilê malik xerab
Herdem bi hewar û girî
Xwesh li ser sorgul dinalîn
Bûne ortaxê dimin
Qumriyan sed rengê awaz
Wan ji derdê nêrgîzan
Bûm li ser kox û kelat û
Qesr û çardaxê dimin
Dijminê zordest û zana
Tev welat girtin bi zor
Erdelan û shehrezûr
û shax û kurd - daxê dimin
Kurdê gernas ku shikandin
Tîp û komên Ingilîz
Ketne bindestê neyaran
Bûne Altaxê dimin !?
Diminê milet di îro
Bûne rêber bo welat
ên bi xapan em dixwarin
Bûne ocaxê dimin !?
Ma gelo kevneperestim ?
Na, ne raste ezbenî !
Lê dixwazim zû shiyarbin
Dost û hevçaxê dimin
Ez ciger-xwînim li ser vê
Pashdemeyina welat
Rengê efyon tên firotin
Rist û ev xaxê dimin...
.
Cegerxwîn



التعديل الأخير تم بواسطة faysel yakoub ; 05-26-2015 الساعة 09:08 PM.
faysel yakoub غير متواجد حالياً   رد مع اقتباس
إضافة رد

مواقع النشر (المفضلة)

الكلمات الدلالية (Tags)
felek

ãæÇÖíÚ ÐÇÊ Õáå Helbestên Kurdî


أدوات الموضوع إبحث في الموضوع
إبحث في الموضوع:

البحث المتقدم
انواع عرض الموضوع

تعليمات المشاركة
لا تستطيع إضافة مواضيع جديدة
لا تستطيع الرد على المواضيع
لا تستطيع إرفاق ملفات
لا تستطيع تعديل مشاركاتك

BB code is متاحة
كود [IMG] متاحة
كود HTML معطلة

الانتقال السريع


الساعة الآن 09:36 PM.