Smiley face
Smiley face
Smiley face

العودة   منتديات ديار بكر - Diyarbakır > Beşê Kurdî > Helbestên Kurdî

şox û şeng

şox û şengê zuhre rengê; Dil ji min bir dil ji min Awirên heybet pilingê; Dil ji min bir dil ji min Wê şepalê miskê xalê; Dêmdurê

إضافة رد
 
أدوات الموضوع إبحث في الموضوع انواع عرض الموضوع
قديم 10-19-2015, 10:21 AM   رقم المشاركة : [1]
faysel yakoub
الصورة الرمزية faysel yakoub
كردي مبدع
 

faysel yakoub is on a distinguished road

şox û şeng

şox û şengê zuhre rengê;
Dil ji min bir dil ji min
Awirên heybet pilingê;
Dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskê xalê;
Dêmdurê gerden şemalê
Cebheta biskan sema lê;
Dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan;
Wan ji min dil bir bi talan
Goşeyê qewsê hilalan;
Dil ji min bir dil ji min
Dên nedîrê bo ‘ebîrê;
Xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê;
Dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê;
Kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê;
Dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban;
Ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence û kulaban;
Dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê;
Nazikê şîrînkelamê
Tûtiya eywanmeqamê;
Dil ji min bir dil ji min
Mahirûyê miskiboyê;
Surpilingê şêrixûyê
Wê bi zulfa şubhê goyê;
Dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman;
Kê ji ber wan ‘eql û hiş man
Sa’eta min dî bi çeşman;
Dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê;
Dêm ji roj û şeb niqabê
Xweş bi çengal û kulabê;
Dil ji min bir dil ji min
Serwinazê serferazê;
Şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê;
Dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tûx û ‘ala;
Min kirin vêk ra mutala
çîçeka terhîn-i wala;
Dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî;
Vêk-i ran min dî bi bazî
Kir li me j’ xeflet ve gazî;
Dil ji min bir dil ji min
şîr û xişt in zulf û qişt in;
Hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin;
Dil ji min bir dil ji min
Rohniya çehvên Melayî;
Ew tecellaya te dayî
Ya ji Ehmed dil revayî;
Dil ji min bir dil ji min

***
hebest van: Meley cizŷrŷ



faysel yakoub غير متواجد حالياً   رد مع اقتباس
إضافة رد

مواقع النشر (المفضلة)

الكلمات الدلالية (Tags)
şeng, şox

ãæÇÖíÚ ÐÇÊ Õáå Helbestên Kurdî


أدوات الموضوع إبحث في الموضوع
إبحث في الموضوع:

البحث المتقدم
انواع عرض الموضوع

تعليمات المشاركة
لا تستطيع إضافة مواضيع جديدة
لا تستطيع الرد على المواضيع
لا تستطيع إرفاق ملفات
لا تستطيع تعديل مشاركاتك

BB code is متاحة
كود [IMG] متاحة
كود HTML معطلة

الانتقال السريع


الساعة الآن 03:26 AM.